HDP Hakkari İl Örgütü, UNESCO tarafından 17 Kasım 1999 tarihinde Uluslararası Anadili Günü ilan edilen 21 Şubat vesilesiyle Kürtçe yaptığı basın açıklamasıyla ‘Dünya Ana Dil Gününü’ kutladı.

HDP il binası önünde yapılan açıklamaya Eski HDP Hakkari Milletvekili Abdullah Zeydan, Belediye Eş Başkanı Cihan Karaman, HDP İl Eş Başkanları Lokman Özdemir, Hümeyra Armut, Merkez İlçe Eş Başkanları Sinem Seven, Hasan Özek, ile partililer katıldı.

Parti yöneticisi Kadir Şahin'in ‘ROJA ZİMANÊN CİHANÎ PÎROZ BE’ başlığı ile yaptığı açıklamada şu ifadelere yer verildi:

10 Ekim’de katledilenler anıldı 10 Ekim’de katledilenler anıldı

Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e û di 18’ê Kanûna 1992’yan de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin û li ser hemû dewletên endamên NY’yê ev xal bi awayekî fermî hatiye ferzkirin. Em wek partî dibêjin divê dewlet şert û mercên van mafên bingehîn pêk bîne û li gor van xalan tevbigere. Ev biryara bingehîn di hemû qadên ziman û çandê de derfetên wekhev, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û parastina pirrengiya civakê diparêze û wan mafan bi awayekî qanûnî misoger dike. Lê Tirkiye van biryaran bi cih nayîne û binpêkirina van mafan îro hê jî didomîne.

Beriya sed salan li Anatolya û Mezopotamyayê bi sedan zimanên cuda dihatin axaftin. Îro ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi awayekî sîstematîk ji aliyê dewleta netewperest ve tên meşandin, pir hindik ji wan zimanan tên axaftin. Li gor Atlasa Zimanên di Tehlûkeya Dinyayê ya Cîhanê ya UNESCOyê de, li Tirkiyeyê 18 ziman ber bi wendabûnê ne. Ev bi zelalî stratejiyeke lewazkirina çand û raman û qirkirina çandî ye.

Nêzikatiya desthilatdaran ya li dijî Kurdiyê seranser durûtî û taktîkî ye. Li aliyekî mafê perwerdehiya zimanê dayikê bi dersên hilbijêrkî dadixin mafên takekesiyê û bi sînor dikin, li aliyê din jî zimanê Kurdî di protokola meclisê de wek zimanê nenas tê tomarkirin. Weke partî em dibêjin dersên hilbijêrkî têra çareseriya vê pirsgirêkê nakin. Mafê her kesî ye ku bi zimanê xwe biaxivin, bijîn û perwerdehiyê bibînin. Li aliyekî serokê AKP’ê li Êlihê muzîka kurdî guhdarî dike û ji xwe re dike amûrên propagandayê, li aliyê din ji ber dijminatiya bi destê desthilatdariya wî bi xwe, ji ber ku bi Kurdî diaxivin li kolanan Kurd tên qetilkirin. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Nêzîkatiya destihalatdaran ya li dijî zimanê Kurdî herî zêde di hewldanên qeyûman de derket holê. Ew qeyûmên dest danîbûn ser iradeya gel îro dixwazin qada giştî ji zimanê Kurdî seranser paqij bikin.

Weke HDP'ê em careke din bang dikin ku em hemû polîtîkayên qedexekirin û asîmîlasyonê yên li ser zimanê dayikê şermezar dikin û vê pergalê qebûl nakin. Eşkere ye ku pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê bi însiyatîfên demkî û taktîkî çareser nabe. Em ji xwe bawer in ku em ê vê axa sed sal e bi destê nijadperestan ve di aliyê çandî û zimanî de hatî qirkirin û valakirin, ji nû ava bikin. Em careke din soz didin ku em ê têkoşîna xwe xurt bikin ji bo ku li welatê me hemû ziman û çand bi azadî û di bin şert û mercên wekhev de bi hev re bijîn"