Sekreterê Federasyona Penaberan a Îraqê Deştî Cemal îro bû mêvanê bultena Rûdawê û eşkere kir ku 70 penaberên Kurd li Brîtanyayê hatine desteserkirin û roja Duşemê dê 3 penaberan vegerîne Hewlêrê.

“Penaber bi zorê tên vegerandin”

Deştî Cemal li ser rewşa penaberan wiha got:

“Ew di rewşek pir dijwar de ne, bi taybetî li Almanyayê, ev yek aliyekî siyaseta welatên Ewropayê ya li hemberî penaberan nîşan dide."

Li Amedê operasyon: Yek Kes Ji Jiyana Xwe Ji Xwe Girt Li Amedê operasyon: Yek Kes Ji Jiyana Xwe Ji Xwe Girt

Li gorî gotina Deştî Cemal ji sala 2012an heta niha, 6 hezar û 500 Kurdên penaber ên li Ewropayê bi darê zorê ji bo Herêma Kurdistanê hatine vegerandin.

Deştî Cemal li ser dersînorkirina wan 3 penaberên Kurd jî wiha got:

“Ew 3 kesên ku biryar e roja Duşemê ji bo Hewlêrê bên vegerandin, bilêtên wan hatine amadekirin. Konsulxaneya Îraqê pasaportên demkî ji bo dersînorkirina wan derxistiye.”

Deştî Cemal ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku roja Duşemê 3 penaberên wernegire û piştgiriyê nede siyaseta vegerandina penaberan. RUDAW