Serdar Canan nêzikî 2 hefteyan e di çarçoveya bernameyekê de li Tokyoya paytexta Japonyayê konseran li dar dixe.

Kurdên li Tokyoyê û Japon eleqeyeke zêde nîşanî konserên wî didin.

"Armanc di navbera hunera Kurd û Japonan de avakirina pirekê ye"

Canan derbarê bernemaya xwe ya li Japonyayê de ji Rûdawê axivî re û got:

"Armanca min a van konseran ew e pirekê di navbera hunera Kurdî û Japonî de ava bikim."

Serdar Canan wiha pê de çû:

"Ev cara çaremîn e ez têm Japonyayê.

Heta niha me çend konser pêk anîn lê vê care hinekî cudatir e.

Me Workshop jî li gel japonan û hunermendên Japon çêkirin.

Îşev jî em li Saîtamayê ne û konsereke me ya taybet ji bo Kurdên me yên li vê derê û Japonan heye.

Em dê li gel hunermend û dansorên Japon hîn çend bernameyan pêk bînin û piştre em dê vegerin Kurdistanê.

Hêvîdar im bernameya me xweş biçe û gelek spas ji bo Rûdawê jî ku em kirine nûçe.”

Hunermendê Kurd di konserên xwe de bi taybetî kilam û stranên gelêrî yên Colemêrgê û deverên cuda yên Bakurê Kurdistanê gotin.

Bername bi piştgirî û pêşengiya Hunermenda Japon Erika Oydayê tê meşandin.

Kilamên denbêjiyê û hunera devkî ya Kurdî bi taybetî bala wê kişandiye û ew dixwaze bi rêya konser û bernameyan çand û hunera Kurdan bi xelk û hunermendên welatê xwe bide naskirin.

"Meraqa min ji hunera devkî ya Kurdan re heye"

Hunermenda Japon Erika Oydayê li ser bernameyê got:

"Ev cara 4emîn ku me Serdar vexwend. Konser û Workshop û şano jî hene.

Vê carê hinekî cudatir e. Zêdetir li gel hunermendên Japon û hunermendên nûjen e.

Ji ber ku meraqeke zêde ya min ji bo hunera devkî ya Kurdî heye, min xwest li gel Serdar hunereke nû çêbikim.

Zimanê Kurdî: Rêyeke Pêşveçûnê Ji Bo Zarokên Me
Zimanê Kurdî: Rêyeke Pêşveçûnê Ji Bo Zarokên Me
İçeriği Görüntüle

Bernameya me vê carê jî gelek baş derbas dibe.”

Serdar Canan dixwaze muzîk û hunera Kurdî bi hemû cîhanê bide naskirin.

Di vê bernameya xwe de jî heta niha li cihên cuda yên Tokyoyê 4 konser li dar xistine.

Her wiha Canan beşdarî çend workshopên li gel dansoz û hunermendên Japon bûye.

Konsera dawî ya hunermendê Kurd jî sibe li Tokyoyê ye û 1ê Çiriya Pêşînê vedigere welêt.