Kürtçe yayınlanan mesajda şu ifadelere yer verildi.

Hakkari Belediyesi Ruhsat Denetimlerini Sıklaştırdı: Esnaflar İçin Yasal Süre Uyarısı Hakkari Belediyesi Ruhsat Denetimlerini Sıklaştırdı: Esnaflar İçin Yasal Süre Uyarısı

“Hawar dengê zanînê ye.
Zanîn xwe nasîn e.
Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike, dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berî her tiştî heyina zimanê me dê bide nas kirin.
Lewma ziman şerta heyinê ya pêşîn e. Hawar zarokekî nûza ye.
Zaroka me ye; zaroka Kurdan e.”
Celadet Alî Bedirxan

15 ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî di serî de li gele Kurd pişt re li gelen cihanê pîroz be.Ziman bingeha hebûna gelan e. Zimanek wekî kurdî îro ji aliyê milyonan tê axiftin bi xetereya windabûnê rû bi rû ye. Ev rewşa ku zimanê kurdî tê de ye, nayê pejirandin û divê rê li ber vê xetereyê bê girtin.
Bi sedan salan e zimanê kurdî ji aliyê serdestên welatan tê qedexe kirin û pêşî lê tê girtin. Zarokên Kurdan ji perwerdehiya zimanê xwe tên ji dûr xistin û bi zimanê serdestan tê asîmîle kirin.Qedexe û zordariya li ser zimanê kurdî her roj zêdetir dibe û serdest bi çend xebatên xapînok ên li ser kurdî dixwazin vê xetereyê bidin veşartin.
Banga me ji gelê me re:
Bi her awayî di jiyanê de kurdî biaxivin û bi zarokên xwe re jî bi zimanê dayikê biaxivin. Bi vê rêkê dijî pişaftin û tunekirinê derkevin û tekoşîna xwe bilind bikin.
Em dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê û astengiyên pêşiya zimanê kurdî bên rakirin. Bi van hestan em careke din 15 ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî Pîroz dikin û hemû gele xwe vedixwînin bernameya 15 ê dıken'