KESK binasinda düzenlenen açıklamayı Eğitim-Sen Şube Baskani Murat Balıkesir okudu.

Balıkesir, 21’Ê SİBATÊ ROJA ZİMANÊ ZİKMAKÎ YÊ CİHANÊ PÎROZBE başlığıyla yaptığı açıklamada şu ifadelere yer verildi;

IBU Junior Yarışmasında Türkiye'yi Hakkarili İsimler Temsil Edecek IBU Junior Yarışmasında Türkiye'yi Hakkarili İsimler Temsil Edecek

“Wek tê zanîn, 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê, bi armanca piştevaniya rengîniya çandî û pirzimaniyê di sala 1999’an de ji aliyê UNESCOyê ve hatiye îlankirin. Ev tê wateya ku ji holêrakirina rengîniya çandî û pirzimaniyê sucê mirovehiyê ye.
Mixabin, îro jî li dijî gelek netewan sûcê mirovahiyê pêk tê. Di sedsala 21mîn de, gelek netewe ji mafê xwe yê zimanî û çandî bê par in. Hinek ziman li ber tunebûnê ne. Hemû dewletên cihanê di vê rojê de bi daxuyaniyan diyar dikin ku çiqas piştgirî dane zimanên din.

Lewra, zimanê zikmakî hebûn, rûmet û nasnameya neteweyekê ya hevpar e, pêşeroja wan e. Divê hemû netew û kom bikaribin zimanê xwe yê zikmakî di her qada jiyanê de bi kar bînin. Jixwe, li gelek welatan ev yek pêk tê. Lê belê, ev yek li Tirkiyeyê pêk nayê. Berovajî, ji bo parastin û pêşxistina gelek zimanan astengî hene, gelek ziman tên pişaftin û ji holê tên rakirin. Yek ji van zimanan jî zimanê kurdî ye. Di rastiya xwe de, li ber parastin, pêşxistin û bikaranîna zimanê kurdî astengîyên cur bi cur hene. Kiryarên pişaftinê bi rê û rêbazên cuda didomin.

Di peymanên navneteweyî de, perwerdehiya zimanê zikmakî weke mafê mirovan ê bingehîn hatiye destnîşankirin, lê ji bo kurdan û gelek kêmneteweyên din ên li Tirkiyeyê perwerdehiya bi zimanê zikmakî tune ye. Berovajiyê vê, gelek zext li ser gelek zimanan hene. Mînaka herî şênber, nêzîkatiyên li dijî zimanê kurdî ne.

Em li dijî asimilasyona li ser hemû ziman û çandanin. Em ê herdem aligirê pir zimanî û pir çandiyê bin.

Em bang li hemû derdoran dikin ku ne tenê 21 ê sibatê zimanê dayikê biaxivin bila her roj bibe roja zimanê dayikê û her roj zimanê dayikê kolanan , saziyan, malan bê axiftin' diye konuştu