Hakkari Haber
Bila kurmê min birizê yan jî bila kurmê min hilûhûr bibe, tiştê ku di dawiyê da divê were gotin ez serî da dibêjim. Îro 21ê Sîbatê ya Roja Zimanê Dayikê ye. Miletek zimanê wê nehatibe qedexekirin, ji bo mirina wê zimanê wî nebûye sebeb, nehatibe îşkencekirin îro dibe ku ji bo wan rojek ne watedar be, ji bo wan dibe ku rojek ji rêzê be. Lê ji bo me kurdan rojek ne ji rêzê ye, watedar e, pîroz e, hebûn û xwebûn e.
Rojek ji rojên din cudaye, têkoşeriyê, berxwedêriya salan re silavek germ e, bibîrxistine, wek tava ku her roj serê xwe li pişt çiyayên kurmanc hiltîne û dibêje ez li vir im. Zimanek ku me jibîrnekir, ji bo bijî her tim zindî bimîne wek kormoriyan ferdên wî bênavber xebitîn. Zimanek ku bi tena ser xwe me xwend û nivîsand, îro roja wiya pîroz e. Ziman her tişt e, hebûn û xwebûn e, reng e, deng e, evîn e ji bilî her tiştî bo kurdan saheya têkoşîn û berxwedêriyê yê.
Ziman hebûn e. Gerdûna bêserî û bêbinê ye. Hiş e. Şiûr e. Dil e. Evîn e. Têkilî ye. Danûstandin e. Huner e. Stran e. Wêje ye. Ji bilî her tiştî berxwedan û berxwedêriyê. Şehîdên vî zimanî henin. Li her çar perçeyên welêt şehîdên vî zimanî henin. Li ser rûyê dinyayê kêm ziman henin ku ji bo êrîş û kuştinê bûye sedem û armanc. Îro roja zimanê dayikê ye û ji bo me kurdan ji cejn û pîrozbahiyê wêdatir e; kok e, kulîlkên ku li ser guliyan dibişkive wisa zindî, têrxweş, reng bi reng e. Ev sed sal e ku me li pişt xwe di bin zordestên cirnexweş hişt, gelek tişt hat ser ziman û ew ê ku vî zimanî di hiş û dilê xwe de her tim diparastin… Ka bifikirin zimanek bûye tirsa çar dewlatan.
Di her qada jiyanê de tiştê netişt û sosret hat ser vî zimanî. Ger dapîr û bapîrên me ji me re mîrasek hiştibin ew jî ziman e; ji bilî bê ti mîras nehiştibin jî ne xem e; mala Mele Sîrac û Mewlûdê hertim ava be ku vî zimanî gihiştandin ji zar û neviyên xwe. Mele Sîracê Farqînî, Mele Sîracê ku di xutbeyên xwe de digot, “Xwedê bila kêmasiya vê gelî û zimanî nede”, cihê wî xweş û fireh be; zimanê kurdî gelek xweş bikardianî, wek çemê Dîcleyê diherikiya. Ji aliyekî ve jî helbestkarek klasîk bû an evîndarê helbesta klasîk bû; ji me re berhemên xwe nehişt belkî li quncikek wan şewitand… Em zarok li derdora wî kom dibûn û ji me re behsa çîrok û meselokên dîrokî dikir. Vêga ez baş têdigihijim ku her meseloka wî bi azadiya welêt re û bi fereseta ziman û hebûnê ve dihat girêdan. Me ti tiştek jê fehm nedikir tenê dengê wê yê herikbar û rîtmîk li bin guhê me diket. Ew deng destpêka ziman bû û di bin hişê me de ji xwe re hêlînek çêdikir. Îro ew hêlîn me bibask xist û em ber bi esmanê welat ve firiyan û ev firîn hê jî didome. Beytan dixwend ji Xanî, ji Cîzîrî, ji Cegerxwîn. Mele Sîrac di gora xwe de rihet û xweş be neviyên te vî zimanî di her qada jiyanê de didin domand. Mewlûde bila cihê te jî xweş û fireh be neviyên te zimanê tê didomînin.
Zimanê kurdî bi çar alî ve hatiye dorpêçandin û ji bo têkçûna wî, bo were jibîrkirin, ji qiymetê bikeve pergalek dijwar li ser hat meşandin. Lê bi ser neketin, zimanê me xwe parast; di her qadî de xwe bêhtir xurtir kir. Piştî ewqas êrîşan û biçûkxistinê bivê-nevê derbên giran jî hat lêdan; zimankujî îro neçûbe serî jî gelek endamên xwe hindakir, xwîn hindakir. Piştî salên 2000î li ser ziman xebatên berfireh çêbûn; di pêvajoya çareseriyê de û di dema koronayê da kurd bêhtir bi ser zimanê xwe ve çûn û eleqayekê zêdetir berçav bû.
Herwiha pêvajoya çareseriyê de dewlet û dijminê miletê me geşbûn; kelecaniya çand û zimanê dîtin. Kurd vedigeriyan ser koka xwe, bi zimanê xwe diaxiviyan û dixwendin. Ew ên ku bi zimanê xwe jibîrkiribûn bi rêya qurs û dersên taybet fêr dibûn. Îro qeyûm û destdanîna şarederiyên gel -di bingeha wê de- xebatan ziman û çandî heye. Ziman û çand çaxê piştrast be hişek ji xwe bawer û zelal jî li hemberî xêrnexwazan û dijminan îradeyek polî dide der; qelsbûn, ji hev qetandin têk diçe. Belê gasp û destdanîna rastiyeke welatê me ye lê alternatîfên ku dide dest jî ne hindik in. Cihana dîjîtal rêyên curbicur li ber me vedike. Çiqas êrîş ewqas liberxwedayîn hem moral bilind dike hem jî alternatîfan dide zorê. Siyaseta kurdî her ku diçe berfireh dibe di nav kurdan de. Sînorên ku kurdan jihevûdin qetandiye îro bêmaneye çimkî êdî haya min ji brayên min ê Qamişlo heye; ê Hewlerê jî ji kurdên Rojhilatê heye. Dengê me diçe hevûdin, wêjeya çar parçeyê welêt di bin destê me daye. Hêvî li gor do îro bêhtir xwe dide hîskirin. Serkeftin ew ê yê kurdî be ê kurdan be.
Piştî rexneyên gel û bertekên wan îro siyasetmedarên kurd bi zimanê xwe li her qadî bikartînin. Salên 90î televîzyonek me hebû MED TV bû. Îro çiqas kêm be jî TV û radyoyên bi kurdî weşanê dikin hêjmera wan zêde dibin. Dîsa bi berxwedêriya kurdan di dibistanên sîstemê de dersên bijartî yên kurmancî-zazakî tê dîtin, têr nake dibe ku zimanê me bibe zimanê fermî û wek ne dersên hilbijartî bi mecbûrî were perwerdekirin. Gelek malbat birastî jî ditirsin ku dersên kurdî hilbejerên, ev tevgirtin ji sîstema brokrasiyê tê. Naxwazin û gelek giran ev pêvajoyê dimeşînin. Hiş û nêrîna wan ev e. Hê jî hêvî dikin ku ziman ji ortê rabe. Em ê hêviyên wan di qirika wan de bihêlin. Ev ziman zimanek qedîm e, xwedî kokekî xurt û kûr e. Dibe ku dersên kurdî werin hilbijartinê, qet nebe nifşên nû elîfbeya xwe nas bikin û fêr bibin, dengê zimanê xwe sehbikin, qirika xwe nas bikin.
Têkoşînek têkçûyî tineye têkoşîna ku pişt lê hatiye vegerandin heye.
Kaynak: Gazete Duvar
Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî, her sal di 21ê Sibatê de ji aliyê UNESCOyê ve tê pîrozkirin. Ev roj, li seranserê cîhanê ji bo teşwîqkirina pirrengiya zimanan û parastina zimanên dayîkê hatiye avakirin. Pirrengiya zimanan wek beşek ji dewlemendiya çandî û nasnameya civakan tê dîtin û ji bo parastina mîrateya çandî bangek e. Di vê çarçoveyê de, UNESCO hewl dide ku bala civaka navneteweyî bikişîne ser rewşa zimanên di bin xetereyê de ne û girîngiya parastina wan nîşan bide.
Li seranserê cîhanê, gelek ziman ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê di bin tehdîdê de ne. Zimanê dayîkê bo nasname û mîrateya çandî ya mirovan girîng e, ji ber ku ew yekem ziman e ku mirov fêr dibe û şêwaza fikr û fikar û dîtina cîhanê ya mirovan bi vî zimanî tê avakirin. Girîngiya zimanê dayîkê di şiyana xweîfadekirinê, têgihîştin û danûstandinê de xwe dide der. Herwiha, ziman dikare wek pira di navbera nifşan de bê dîtin û rol û erkeke girîng di veguhestina çand û kevneşopiyên civakê de dilîze.
Lêkolînên zimannasan destnîşan dikin ku bikaranîna zimanê dayîkê di perwerdehiyê de bandoreke erênî li ser pêşketina akademîk û hişmendiya xwendekaran dike. Jim Cummins û Stephen Krashen, di lêkolînên xwe de dibînin ku dema zarok bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde dibînin, ew dikarin têgihiştina xwe ya akademîk baştir pêş bixin û şiyana fikr û fikara rexneyî xurttir bikin. Ev yek ji ber wê ye ku zarok, di fêrbûna têgeh û ramanên nû de, bingeha xwe ya ziman û çandî bi kar tînin û dikarin xwe hêsantir îfade bikin. Lêkolîn nîşan didin ku zarokên ku di temenê biçûk de bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde dibînin, di warê fêrbûna zimanên din de jî serkeftîtir in.
Di dîrokê de, zimanê kurdî rastî gelek zext û astengiyên siyasî û civakî-çandî hatiye. Van zextan bikaranîna zimanê kurdî di qadên giştî û taybet de sînordar kiriye û pêşketina wî asteng kiriye. Bi taybetî, qedexeyên li ser bikaranîna kurdî di perwerdehiyê de, fêrbûn û fêrkirina vî zimanî dijwar kiriye. Di warê medya û weşanê de jî, astengiyên li ser kurdî balê dikişînin. Dezgehên medyayê yên ku bi kurdî weşanê dikin, gelek caran rastî astengiyên qanûnî tên û azadiya wan a weşanê tê sînordarkirin. Ev rewş bandoreke neyînî li ser pêşketina çandî û edebî ya zimanê kurdî dike û dibe sedema kêmbûna berhem û çalakiyên bi kurdî.
Ji bo kêmkirina zextên li ser zimanê kurdî û piştgiriya pêşketina wî, naskirina kurdî wek zimanê dayîkê di pergala perwerdehiyê de û pêşkêşkirina derfetên perwerdehiya bi vî zimanî pir girîng e. Di warê medyayê de, teşwîqkirina weşanên bi kurdî û rakirina astengiyên qanûnî yên li pêşiya van weşanan dê ziman bi pêş bixe. Di saziyên fermî û xizmetên giştî de bikaranîna kurdî dikare qebûlkirina civakî ya zimanî zêde bike. Ev gav dê rê li ber belavbûn û bikaranîna firehtir a zimanê kurdî vekin û di heman demê de dê bibin alîkar ji bo parastina nasnameya çandî ya kurdan.
Herwiha, ji bo piştgiriya berhemên çandî û edebî yên bi kurdî, divê fon û projeyên curbicur bên pêşxistin. Ji bo parastina mafên zimanî û teşwîqkirina pirrengiya zimanî, pêwîst e ku hevkariyên neteweyî û navneteweyî bên avakirin. Ev tedbîr bi awayekî sîstematîk û domdar divê bên birêvebirin. Bi vî awayî, hem zextên li ser kurdî dikarin bên kêmkirin, hem jî mayîndeya zimanî dikare bê misogerkirin. Di vê çarçoveyê de, rola saziyên sivîl ên ku ji bo parastina zimanê kurdî dixebitin girîng e û divê piştgiriya van saziyan bê kirin.
Nasîn û parastina mafên zimanî ne tenê ji bo ziman, di heman demê de di dabînkirina aştî û hevahengiya civakî de jî xwedî roleke girîng e. Parastin û piştgiriya zimanê dayîkê yek ji hêmanên bingehîn ên pirrengiya çandî û mafên mirovan e. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku li ser zimanên dayîkê hişyarî bê zêdekirin û siyasetên berbiçav bên pêşxistin. Ev yek ji bo pêşeroja zimanan û civakan girîngiyeke mezin dihewîne.
Di encamê de, parastina zimanê dayîkê wek mafekî bingehîn ê mirovî tê dîtin û divê hemû ziman di bin parastina qanûnî de bin. Divê her kes karibin bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibîne, berhemên çandî û hunerî biafirîne û di jiyana xwe ya rojane de bi kar bîne. Ev yek dê bibe garantiya dewlemendiya çandî ya cîhanê û mayîndeya zimanan.
Kaynak: Gazete Duvar
Ev du hefte ne mijara dersên vebijêrkî di rojevê de ne. Sazî û dezgehên kurdan ji malbatên kurd dixwazin ku ji bo zarokên xwe dersên kurmancî û kirmanckî (zazakî) vebijêrin. Sala çûyî di dîsa di heman demê xebateke bi heman rengî hate meşandin. Li gorî daneyên ku Komeleya Yekîtiya Dildarên Kurdî belav kirine; di serdema perwerdehî û hîndekariyê ya 2024-2025an de li 12 bajaran 25 hezar û 644 kesî dersên kurdî neqandine.
Dane li gorî bajaran wiha dabeş dibin: Çewlik 6230 kes, Amed 5104 kes, Mêrdîn 4941 kes, Êlih 3400 kes, Wan 1757 kes, Şirnex 1383 kes, Culemêrg 1092 kes, Mersîn 650 kes, Bilîs: 324 kes, Elezîz 132 kes, Dêrsim 282 kes, Riha 435 kes.
Hinek derdorên mîna Hezkurd, Dilkurd û Hûda-Parê ji bo zêdekirina hejmara vebijêran, daketine qadan. Gelek kes û sazî jî li ser qadên ragihandina civakî bangê dikin ji bo ku malbat ji bo zarokên xwe yên ku diçin dibistana navincî (5, 6, 7,8) waneyên kurdî hilbijêrin.
Li gorî pîvanên pedagojîk divê zarok serê pêşîn bi zimanê xwe yê zikmakî dest bi perwerdehiyê bikin, piştre dest bi zimanê duyemîn bikin. Ji vê yekê re perwerdehiya pirzimanî ya li ser bingeha zimanê zikmakî (Mother Tongue Based Multi-lingual Education) tê gotin. Lê pergala Tirkiyeyê di çar salên pêşîn de dike ku zarok ji zimanê kurdî qut bibin, piştî çar salan van dersan dîsa lê vegerin, piştre di dibistana amadehî de dîsa jê qut bibin.
Li gel vê rewşê jî li ber dersa vebijêrkî gelek asteng hene. Par piştî ku vebijartina dersan qediya Dilkurdê li ser mijarê raporek jî belav kir, ev rapor hê jî li ser malpera wan cih digire, li gorî vê raporê li ber vebijartina van dersan ev astengî hene:
Navlêkirina Çewt: Dersa kurdî ya hilbijêrî ne bi navê xwe bi navê Zarava û Zimanên Zindî di formên fermî de cih digire. Ev rewş dibe sedema nenaskirin û zanîna dersê û ji bo hilbijartina dersê jî astengiyan derdixe meydanê.
Sinifandina Çewt: Ev koma dersên hilbijêrî ku dersa kurdî têde, gelek ders hene piraniya wan jî dersên zanistê ne. Ji ber ku hejmara dersên ku di vê komê de bên hilbijartin bi sînor in û dersa kurdî jî bi wan re bê peywende ev jî dibe sedema hilnebijartina dersa kurdî.
Înîsiyatîfa Çewt: Dersa hilbijêrî ya kurdî di karîgeriyê de bi tevahî ji însiyatîfa rêvebirên dibistanan re hatiye hiştin. Guman û niyeta rêveberan a li dijî kurdî, astastengiyeke mezin derdixe pêşiya dersa kurdî.
Tunebûna Hişmendiya Neteweyî: Kêmbûna hişmendiya zimên a malbatan dibe sedema ne şopandina pêvajoya dersên hilbijêrî. Ji ber ku rêveberiyên dibistanan û Wezareta Perwerdehiyê derheqê pêvajoya dersên hilbijêrî de ji bo agahdarkirin û hişyariyê tu danasîn nake û ji bo tu amûrên ragihandinê bi kar nayne. Ev jî dibe sedema nezanîna pêvajoya dersên hilbijêrî jî aliyê malbatan.
Arastekirina Çewt: Rêvebirên dibistanan bi hinceta “di dibistana me de mamosteyê kurdî tune ye “ xwendekaran arasteyî dersên bilî kurdî dikin. Arastekirina çewt a bi vî awayî him dibe sedema îstismarkirina peywirê him jî dibe sedema hilnebijartina dersa kurdî .
Agahdarkirina Çewt: Hin dibistan dema malbat ji bo dersên kurdî serî lê dixin bi armanceke nebaş dibêjin “Dersa kurdî tune ye û kurdî qedexe ye” Bi vî awayî dersa kurdî li dibistanan tê asteng kirin.
Sekna Polîtîk a çewt: Herwiha partiyên siyasî û aktorên polîtîk dersa kurdî ya hilbijêrî wek pirgirêkeke îdeolojîk dibînin. Herwiha dersên kurdî mafek e ku Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî dide hemû welatiyan û ev maf bi qanûnan tê parastin. Bicihanîna vî mafî mijareke li ser rêzikname û îdeolojiyên partiyên siyasî de ye.
Têrnekirina Demê: Dema pêvajoya dersên hilbijêrî pir kurt e û ev wext dereng tê diyar kirin an jî wextê vê nediyar e ji ber vê xebata ji bo dersên kurdî tê kirin dişkîne û asteng dike.
Perwerdehiya Kêm û Netêr: Dersa kurdî ya hilbijêrî tenê di dibistanên navîn de tê dayîn û ev ders di lîseyan de nayê dayîn ev jî dibe sedema qutbûna û têkçûna pêvajoya dersên kurdî. Li gor qanûnên neteweyî û navneteweyî ev sûc e li gor qanûnên navneteweyî pêwîst e ev astengiyên pêşiya kurdî werin rakirin.
Kêmbûna Hejmara Dersan: Di hin dibistanan de hêjmara dersên kurdî kêm in û li gor rêziknameyê saetên dersanguherandine.ji ber vê mamoste wek zêdeyî norm tên nîşandin û mamoste jî ji ber ve rewşê neçar dimînin û beşên xwe diguherînin. Heya niha jî ber van astengiyan 45 mamoste beşa xwe guherandine. Ev rewş mamostetiya kurdî bênirx û bêmuteber dike. Pêwîst e ev rêziknameyê ji bo dersa kurdî neyê tetbîq kirin.
Astengiyên ku ji zîhniyeta rayedarên dewletê diqewimin li aliyekî, di raporê de du xal me kurdan eleqedar dikin; xala “hişmendiya kêm” û “helwesta siyasî ya çewt” e. Di warê zimên de ev nêzî du sed sal in li ser kurdî polîtîka û plansaziyeke tunekirinê tê meşandin. Wekî encama vê plansaziyê beşeke mezin a civaka kurd ji zimanê xwe dûr ketiye, hê jî dikeve. Malbat ji ber egerên mîna “bila li dibistanê zehmeyîtê nekêşin, bila bi hêsanî xwe bigihînin derfetên kar û aborî” zarokên xwe bi kurdî mezin nakin. Ji ber vê yekê divê em di qada ziman de xebateke xurt a hişmendiyê bidin meşandin.
Li aliyê din, zimanê kurdî li saziyên fermî, bi taybetî jî li dibistanan hatiye qedexekirin, zarok ji ber zimanê xwe hatine sizadan, tûşî pest û pêkutiyan bûne. Zimanê kurdî hê jî bi awayên cur bi cur tê krîmînalîzekirin, mirov ji ber zimanê xwe tûşî pest û pêkutiyan tên.
Gaveke ku yek xelekê jî ji vê zîncîrê bişikêne, divê mirov lê xwedî derkeve. Helbet daxwaza gele kurd ev e ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, kurd bi xwe jî bibin xwedan statû. Lê belê, gava dersên vebijêrkî li ber vê yekê ne asteng e, berevajî divê mirov wê bike pêpelûkek ji bo gihaştina vê armancê.
Ziman bi têkoşînê azad dibe, bi gilî û gazinan azad nabe. Her wiha ziman bi xebatê geş dibe, bi pêş dikeve! Tiştê ji me tê xwestin ev e ku em destên xwe bidin hev û têkoşîn û xebatê geş bikin. Heke milyonek zarok van dersan hilbijêre, dê hestiyê piştê yê hêzên pişêvker were şikandin. Lewma jî ez bang li hemû malbatên kurd dikim ku ji bo zarokên xwe yên di dibistana navincî de heta 17 sibatê waneyên zimanê kurdî (kurmancî û kirmanckî) hilbijêrin.
Kaynak: Gazete Duvar
Serdar Canan nêzikî 2 hefteyan e di çarçoveya bernameyekê de li Tokyoya paytexta Japonyayê konseran li dar dixe.
Kurdên li Tokyoyê û Japon eleqeyeke zêde nîşanî konserên wî didin.
"Armanc di navbera hunera Kurd û Japonan de avakirina pirekê ye"
Canan derbarê bernemaya xwe ya li Japonyayê de ji Rûdawê axivî re û got:
"Armanca min a van konseran ew e pirekê di navbera hunera Kurdî û Japonî de ava bikim."
Serdar Canan wiha pê de çû:
"Ev cara çaremîn e ez têm Japonyayê.
Heta niha me çend konser pêk anîn lê vê care hinekî cudatir e.
Me Workshop jî li gel japonan û hunermendên Japon çêkirin.
Îşev jî em li Saîtamayê ne û konsereke me ya taybet ji bo Kurdên me yên li vê derê û Japonan heye.
Em dê li gel hunermend û dansorên Japon hîn çend bernameyan pêk bînin û piştre em dê vegerin Kurdistanê.
Hêvîdar im bernameya me xweş biçe û gelek spas ji bo Rûdawê jî ku em kirine nûçe.”
Hunermendê Kurd di konserên xwe de bi taybetî kilam û stranên gelêrî yên Colemêrgê û deverên cuda yên Bakurê Kurdistanê gotin.
Bername bi piştgirî û pêşengiya Hunermenda Japon Erika Oydayê tê meşandin.
Kilamên denbêjiyê û hunera devkî ya Kurdî bi taybetî bala wê kişandiye û ew dixwaze bi rêya konser û bernameyan çand û hunera Kurdan bi xelk û hunermendên welatê xwe bide naskirin.
"Meraqa min ji hunera devkî ya Kurdan re heye"
Hunermenda Japon Erika Oydayê li ser bernameyê got:
"Ev cara 4emîn ku me Serdar vexwend. Konser û Workshop û şano jî hene.
Vê carê hinekî cudatir e. Zêdetir li gel hunermendên Japon û hunermendên nûjen e.
Ji ber ku meraqeke zêde ya min ji bo hunera devkî ya Kurdî heye, min xwest li gel Serdar hunereke nû çêbikim.
Bernameya me vê carê jî gelek baş derbas dibe.”
Serdar Canan dixwaze muzîk û hunera Kurdî bi hemû cîhanê bide naskirin.
Di vê bernameya xwe de jî heta niha li cihên cuda yên Tokyoyê 4 konser li dar xistine.
Her wiha Canan beşdarî çend workshopên li gel dansoz û hunermendên Japon bûye.
Konsera dawî ya hunermendê Kurd jî sibe li Tokyoyê ye û 1ê Çiriya Pêşînê vedigere welêt.